Berzan Kejo | Dejenere: Ji ber ku hunermend pir pirrjimar e. | - |Hunerê dersînorkrî 2018 |Berzan Kejo

Go to content


 
Hunerê dersînorkirî  2018

Ez Berzan Kejo me.

Li Sûriyê ez hatime qedexe kirin wek hunermend yê ne endamê Partiya Baas e û ji ber vê yekê imkan tunebû pêşangehan de li galleries giştî û li salonên pêşangeha vekim .
Û li Elmanya Demokratîk?
Partiya Baasê dixwest ez bibim berdevka wê, tenê wilo minê kariba weke hunermendekî serkevtî bijîm.
Li Elmanyayê, divê ez xwe biguherînin  û  li ser mijarên modeyê yên kedîkirî  bimeşim an ez û hunerê xwe li derve bimînin.
Ev xemgîniya mine: Flît û encamên wê.
 
Ew jiyana min e. berê 30 salan ez revyam û li parastina jiyana xwe û hunerê xwe degeryam . mijarên min mirove, edalet û cefaya mirovî, neheqiyê, tevlîhevbûn û derveyî û îzolationa mirovan.
Ji sala 2011ê, şoreşa sûrî ji min ajotinek weke çemê delênî yê kûr yê kû bûye weke bahozek tûj.
 
Hunerê min ruhê min e, karên min efsên nefsa minin. Hunerê min berxwedana mine, Berxwedan dijî nijadperestî, li dijî dersînorkirina mirovan.
Min ev berî 30 salî got û niha hîn bêtir.
Demokrasî parastina pirrjimaryê ye, û her hunermendek pêşîn û pêşniyarên wî hene.
tû dersînorkirye: Heger tu cuda bifikire, wêna çêbike anjî binivîsine.
tû dersînorkirye: dema jimara redkirinê ji qebûlkirinê pir bêtir bin weke li ba min.
Dersînorkirî: ji ber ku hunermend bi xwe û hûnerê wî binavketen.
Dersînorkirî: hemû hunerê ku ne di serdest(tewerê) de beşdaren.
Dersînorkirî: xeta sor li jora nav û eslê min dibêje .
Dersînorkirî: Zarokê di çîroka qeyser û cilên nû de.
Dersînorkirî: dema tu ligor şertavêtina wan wêna chêneke.
Dersînorkirî: Ji ber ku hunermend pir pirrjimar e.
Min di nava çend mehan de bi sedan redkirin ji xwediyên gallery, muzexane û dezgehên hunerî li Elmanya stand. Di nav wan de sê qebûlkirin û pêbendbûn hebûn. Ev sê ne alman lê biyanî bûn.
min dixwest ez binêrim ev jibo çi wan ez refid kirime, ez binêrim ev çi karî peshend dikin.
Dema ku min li malperê van redkirinan nêrî dakû ez zanibim bê ew çi pêşengehan vedikin.
Min derpê neşûştî û kîrê plastik dî.
Kîne ev yên kû biryaran didin bê huner çiye?
Kî ku huner huner bibîne ye? Xwedî Pere û serweran,
yên di stratejiya xwe de yek tête kirin û yê din na?
Gelo ev bi mijaran girêdaye heye?
Li Elmanyayê, mijara firok û encamên wê girêdayî Sûriyê ye,
Wekî ku ez dibînim, tabûye?
Ez ne berdevkê ji bo kesekî me, û ne jî ji bo partiya.
û ne jî  bo ol, ne jî ji bo komên din, lê tenê ji bo mirovahiyê û edaletê.
hunerê tematîk Dersînorkirin, ew tirsa ji rastiyê ye.
hunerê tematîk Dersînorkirin Burke e.
Hunerê tematîk Dersînorkirin weke girtina tava rojê bi seradê.
Ev serê 30 salan ez her roj ji xwe dipirsim: kengî ezê bibim mîna kesek wekhev, hunermend û nivîskar bême qebûlkirin?
û di divan 30 salan de jî herroj min xwe dixapand.
Tenê dema ku xerîb, biyanî û penaber kebaba bifroshe an kolanan li Almanya paqij bikin, her tişt munasibî wêneyê nerîna alamnan ye.
Lê bivoke, em li deriyên yên ku ne ji bo me xerîban ye çêbûne, lewma nabe em lê wan deriyan bixin. jiber go ew jibo me venabin.
Dersînorkirin: dema ku hûrgelî li ser piranîya hikum bike.
Dersînorkirin: dema demokrasî dibe dîktatoriyek paqij.
Li Sûriyê, zalim û asê bû, û min digot ev normale ku ez wek kesekî bê nasname û hunerê min weke degenere hatibû îlan kirin.
Di pêşangehên min de li Elmanyayê, ez gelek mêvanan bibînim,
Yên ku bi karûbarên min re bi berbiçav re distînin û di dilê xwe de digerin.
Li wir ez nasdikim  bê gel dixwaze çi bibîne û ev Hikumdarên huner Lobî çi dixwazin şanî wan bikin. Hunrê kedîkirî.
Li Sûriyeyê, ev yek ji hêla malbatek tenê têt kontrolkirin
li Elmanyayê hemi hûner, filîm bi destê qatek mirovkuj û ne dilovan têne kontrolkirin.
Ez jiber baranê revyam bin şrînekê
Li vir li Elmanya: yê ku cuda difikire,wêna chêbike anjî binivîse de dimîne ... lê li derve meydanê!
 
Lê ji bîr nekin: kû dejenerekirin hîn têkoşîna min bêhtir dike dibe berxwedan, hêz, bîr û çêdike.
30 salan ji bo azadî û meriv ji bo wekhevî û jibo huner.
Dersînerkirina huner cudakariya nijadî, û rasizme.
Dersînerkirin:  asta herî bilind a fundamentalîzmê ye.
Dersînerkirin wek kampên komkirinê bê û têlê nexwyayî û jehra mirinê ya hêdî dikuje.
Dersînerkirin, ger sujdar rola qurbanan bilîze.
Dersînerkirin weke  kesekî ji çermê xwe vekişîne.
Dersînerkirin faşîzme.

Dersînerkirina huner di dema Nazi de destpê kir. kengî ew ê bê rawestandin?
Ez weke agirim her hûn bixwazin min vemrînin ez bêtir gur dibim.
Ez li dujminan nagerim lê li hevalan bi hevgirtineke wekhev.



















Ez hez nakim, Reda!

Piştî bêtirî 30 salan penaberî li Almanya ye:
Elmanî dibêjin, "Em li welatekî demokratîk in."
Ez bersivê: "Ez vê demokrasî bisikirim."
Ez çi dibînim:
Ji 30 salan nerazîbûn, rabe, weke xerîb, ne yek.
Min xwe bi bêdengiyê de 30 salan pêça.. Ew nayê gotin ku min ji her tiştî re got erê: û her tişt baş e.
Hêviya ku rojek kevir nermbibe û ez dikarimbim vê demokrasiyê bijîm.
ne weke alman xwe pê mezin dikin.
Li hêviya rojekê ku her tiştê bê guhertin. Ev hêvî giha sînorê dawî û êş jî pêre.
Ez nuha nûvekirina hunerê dersînînorkirî dikim. Ez dizanim ku gelek elman wê di vê yekê de sûcdariyê bibin.
Hinek jiwan wê dibêjin:
"Ew dîn e, wilo nabe, ew derewîn e, ev di Almanya Demokratîk de tiştek wilo tune ye, ew ji me nefret dike, ew hêrs e, ew çima hê li vir e? bo çi venagere welatê xwe?"
 
Bersiva min, "revîn ne hêsantir weke ku mirov ji xaniyek here yekî din. Ji min bipirsin."
Di hewldana min de li Swêdê ya duyemîn bû û ew ê ne ya dawî be. Wekî din ez mecbûrim ku tevaya jiyana xwe bi karanîna  Hunerê dersînorkrî ya nû ve bixebitim.
Piştî vê danezan xwenîşandanek Hûner degenere 2018-ê li Almanya, ez zanim ku jyana min li vira çêtir nabe.
lê belêw ê bêtir xirabtir dibe, ji ber ku neteweperweriya elman zehfe,  û ji hezkirin, dostanî û hevkaryê xurtire.
 
Her tiştê ku ez li vira behsa wan dikim bi min ve girêdayî ye û di dîtina min e. Wekî Kurd, Sûrî, biyanî û hunermend ez di vê erdê de asye mame, ev welatê ji biyanan hez nake, ev almanya.
Min dixwest ez tiştek din li ser welatek mîna Almanya bêjim, ev welatê ku min  têde bêtirî nîvê jiyana xwe derbas kirye.
Lê ez nema  karim derwa li xwe bikim, gava ev bi jyana min, mirovati, rûmet û Hunerê min ve girêdaî be.
 
Demokrasî danûstandin e û guhdarî kirine. Min bêtirî 30 salan li Almanya û Elmanan guhdar kir .
Niha ezê bêjim.
serdana min li gel maplerên civakî bikin
©  1998-2018 Copyright www.moving-art.de by Berzan Kejo
00774
Back to content